Li Pakistanê pevçûn: 4 êrîşdarê çekdar hatin kuştin
Di pevçûna ku li wîlayeta Xyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê derket de 4 milîtan hatin kuştin û leşkerek jî canê xwe ji dest da.
Bûyer li herêma Bajaur a wîlayeta Xyber Pakhtunkhwa qewimî.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa Pakîstanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di operasyona li herêmê de bi milîtanên çekdar re ketiye pevçûnê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama pevçûnê de leşkerek canê xwe ji dest daye û 4 êrîşdar jî hatine kuştin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kelekek bombebarkirî, çek, cebilxane û teqemeniyên mîlîtanan hatin bidestxistin. (ÎLKHA)