Li Pensilvanyayê di nav malekî de teqîn: 4 mirî, 3 birîndar
Li wîlayeta Pensîlvanyaya Emrîqayê di nav malekî de teqînek pêk hat, di encama teqînê de herî kêm 4 kesan mirin, 3 kesan jî birîndar bûn.
Bûyer, li herêma Pluma bajara Pittsburgha Pensîlvanyayê pêk hat.
Li gorî medyaya welat di nav malekî de teqîneke mezin a ku sedema wê nayê zanîn pêk hat. Piştî teqînê xanî bi temamî xera bû û di 3 xanîyên derdorê de jî ji ber tesîra teqînê xesar pêk hat. Hat îfadekirin şewata ku piştî teqînê pêk hat jî li xanîyên derdorê belav bû.
Ekîbên ku piştî teqînê ji herêmê re hatin sewqkirin cesedê 4 kesan dîtin 3 kesên birîndar jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. Hat ragihandin kesekî jî winda ye.
Sedema teqînê tê lêgerînkirin. (ÎLKHA)