Li Ispartayê 4 kesan bi tivingê hatin kuştin
Li Ispartayê, di encama gengeşîya ji ber meseleyên malbatî derket de şikdarê ku 4 kesan bi tivingê kuşt hat binçavkirin.
Bûyer, li gundê Yenîcekaleya navçeya Şakîkaraagaçê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera H.T (70) û eqrebeyên wî yên ku navbera wan de neyartî hebûye de gengeşî derket.
Di bûyera ku di demeke kurt de pêk hat de H.T. bi tivingê kurên xinamîyên xwe O.K(36), İ.K(39), A.K(36) û zavê xinamîyê xwe B.D. (46) kuşt.
Piştî cînayetê H.T. çû Fermandarîya Cenderme ya Navçeya Gelendostê teslîm bû.
Serdozgerîya Gelendost û Şarkîkaraagaçê derheqê bûyerê de tehqîqat dan destpêkirin. (ÎLKHA)