Li Dîyarbekirê di mezinahîya 4,5an de erdhej
Li navçeya Hênêya Dîyarbekirê di seat 15.25an de di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat.
Li gorî daneyên AFADê li navçeya Hênêya Dîyarbekirê di seat 15.25an de erdehejek hat qeydkirin.
Hat îfadekirin ku mezinahîya erdhejê 4,5 hatîye pîvandin û 16 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Erdhej, li bajar û navçeyên derdorê jî hat hîskirin.
Piştî erdhejê heta niha ti xerabîyek nehat diyarkirin. (ÎLKHA)