Rejima sîyonîst li Şerîaya Rojava Filistînîyekî şehîd kir
Rejima îşxalker a sîyonîst, di êrîşa ku li Şerîaya Rojava kir de ciwanekî Filistînî qetil kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin, ûnsurên rejima îşxalker a sîyonîst, ji bajaroka Xuwataya ku girêdayê Nablusa Şerîaya Rojavayê ye re êrîş kirin.
Di encama êrîşê de, ûnsurên rejima îşxalker, Emir Xelîfeyê 27 salî şehîd kirin. (ÎLKHA)