Ew ê li herêmê germahî derkeve 48 dereceyan
Hat ragihandin ew ê di nava vê heftîyê de li bajarên herêmê germahî zêde bibe û ew ê derkeve heta 48 dereceyan.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve nirxandinek hat kirin.
Di nirxandina ku hat kirin de hat destnîşankirin, ew ê li bajarên mîna Êlih, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Diyarbekirê germahî heta 48 dereceyan derkeve.
Rayedar derbarê mijarê de welatîyan hişyar kirin da ku dîqqet bikin û di hewayên germ de heta ne mecbûr bin derneyên derve.(ÎLKHA)