PKKê êrîşî Pêşmergê kir
Endamên PKKê li Herêma Kurdistanê bombe kir binê erdê û teqand, di encama teqîna bombeyê de pêşmergeyekî birîndar bû.
Êrîş, li nêzê bajaroka Dereluka navçeya Amedîya Dihokê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji teref PKKê ve ji rêya derbasbûna Pêşmergê re bombe hat raxistin û hat teqandin.
Di encama teqîna bombeyê de pêşmergeyekî bi sivikî birîndar bû. (ÎLKHA)