• DOLAR 32.881
  • EURO 35.219
  • ALTIN 2460.39
  • ...
Sîyonîstên îşxaker di nav 7 mehan de 37 zarokên Filistînî şehîd kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sîyonîstên ku zilm, tehdayî û êrîşên xwe yên li ser Filistînîyan didomîne hema hema her roj êrîşî axên Filistînîyan dike.

Tevgera Parastina Zarokên Navneteweyî ya ku navenda wê li Cenevreyê ye, îxlalên rejîma îşxalkeran a kuştina zarokan, seqet hêştin, revandina zarokan, êrîşên ji sazîyên perwerdehî û astengkirina alîkarîyên însanî rapor dike.

Midurê Bernameya Pirsîna Hesabê a Tevgera Parastina Zarokên Navneteweyî Ayîd Ebu Katîş, di daxuyanîya xwe de weha got, “Rejîma îşxalker 160 zarokên Filistînî hêj di zindanan de esîr digre. Ji van zarokên ku tên qalkirin 21ê wan jî tu sûcekî nehatîye nîşandan û di zindanan de tên girtin. Bûyerên qetilkirina zarokan ya rejima îşxalker bi şekleke ku mirov di berê de tiştekî ewakî nedîtîye zêde dibe. Civaka navneteweyî zarokên Filistînîyan naparêze, ji hêzên îşxalê re ji bo êrîşkirina ji zarokan re hesabê napirsin. Hêzên îşxalker ti sedemek nîşan nade û zarokan desteser dike. Bi qestî wan birîndar dike û wan dikuje.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir