Li Efxenistanê bi pileya 5,3yan erdhej
Li wîlayeta Bedexşana Efxenistanê di mezinahîya 5,3yan de erdhejek hat qeydkirin.
Sazîya Lêgerîna Jeolojîk a Emrîqayê daxuyand di seat 05.02yan de li wîlayeta Bedexşanê di mezinahîya 5,3yan de erdhejek pêk hat.
Hat dîyarkirin ku erdhej li welatên Ozbekistan, Tacikistan û Pakistanê jî hat hîskirin.
Doh di seat 20.31an de jî li wîlayeta Bedexşanê di mezinahîay 5,8an de erdhejek pêk hatibû. (ÎLKHA)