• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Di Dîwana Serokatî ya HUDA PARê de guherîna wezîfeyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di Dîvana Serokatiya HUDA PARê de  serastkirineka nû hat kirin.

Li gor vê; Îshak Sağlamê ku li gel Cîgirê Serokê Partiyê Serokê Mafên Mirovan û Hiqûqî ye, bi serastkirineka nû re tenê wek Cîgirê Serokê Partiyê wê wezîfeya xwe berdewam bike.

Ji Serokatiya Heqên Însanî û Karê Hiqûqî re jî, Parlementerê Êlihê û Berdevkê Partiyê Serkan Ramanli hat wezîfedarkirin.

Piştî ku Serkan Ramanli bû Serokê Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê, Endamê Lijneya Rêvebiriya Giştî Mahmut Îrtem wek Serokê Têkiliyên Xelkê hat tayînkirin.

Huseyîn Îmîrê ku wezîfeya Serokatiya Karê Polîtîqayên Ciwanan dikir, ji Alîkariya Serokatiya Teşkîlatê re hat anîtin. Parlementerê Mêrsînê Farûk Dînç jî bû Serokê Polîtîqayên Ciwanan.

Li şûna Serokê Giştî yê Karûbarên Civakî Hasan Şahîn jî, endamê Lijneya Îdarî ya Giştî û Berdevkê Partiyê Yunus Emîroğlu bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir