• DOLAR 32.31
  • EURO 35.163
  • ALTIN 2445.175
  • ...
Li Meksîkayê otobûs li şerempolê gêr bû: 18 mirî, 20 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li nêzê Barranca Blancaya ku li alîyê derveyê bajara Tepîca paytext Nayarîtêya Meksîkayê ye pêk hat.

Li gorî medyaya mehellî otobûsa ku ji Mexico Cityê birê ketîye û diçe bajara Tijuanaya Emrîqayê a ku tê de welatîyên Hîndistanê, Komarîya Domînîk û Efrîqayê hene li şerempolê gêr bû, di encama qezayê de 3 jê zarok 18 kesan canê xwe ji dest dan, 20 rêwîyan jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku rewşa rêwîyekî giran e.

Piştî qezayê şofêrê otobûsê hat binçavkirin.

Hat îfadekirin ku qeza ji ber ku şofêrê otobûsê xwestîye ku ji vîrajê bi lez derbas bibe pêk hatîye. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir