Rejîma îşxalker a sîyonîst, li Şerîayê xorteke Filistînî şehîd kir
Hêmanên rejîma îşxalker a sîyonîst, di êrîşa li bajarê Tûlkerîma ku li Şerîaya Rojava ya di bin îşxalê de ye xortekî Filistînî şehîd kir.
Hat diyarkirin ku rejima îşxalker a sîyonîst, di êrîşa kampa Tûlkerîmê de gule reşandin û di encama gule reşandinê de xortê 18 salî yê bi navê Mahmud Ebû Sean ji serê xwe ve birîndar bû.
Ebû Seanê ku hat rakirin nexweşxaneyê, bi tevî midaxeleyan canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)