• DOLAR 32.302
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2441.245
  • ...
Fransa, li Nîjerê bi hezaran zêdetir mirovan tehlîye kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Fransayê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku qerara tehlîyeyê piştî êrîşa ku ji balyozxaneya Fransayê a li Nîjerê re hat kirin û girtina sehaya hewayê a Nîjerê hatîye girtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ku bi tevî alîkarîya balafirên leşkerî ya Fransayê 577 jê welatîyên Fransayê bi tevahî 1.079 kesan hatin tehlîyekirin.

Hat diyarkirin ku di nav welatîyên ku hatine tehlîyekirin de xeyn ji welatîyên Ewrupayê mirovên 50 welatan wek Ewistralya, Bahamalar, Benîn, Brezîlya, Botsvana, Îngilistan, Vîetnam, Gabon, Gana, Gîne, Gûrcistan, Hîndistan, Cape Verde, Kamerun, Kanada, Kolombîya, Kongo, Fîldîşî Sahîlî, Libnan, Morîtanya, Madagaskar, Malî, Fas, Nîjerya, Hollanda, Polonya, Portekîz, Koreya Başûr, Senegal, Emrîqa, Çad, Togo, Tunis, Tirkîye, Îsvîçre, Etîyopya û Japonyayê jî hatin tehlîyekirin.

Hat îfadekirin ku li Nîjerê bi tevahî 1.200 welatîyên Fransayê hene lê ji wan jî encax 600 hebên wan tabi’ê tehlîyekirina bi dildarîyê ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir