Rejima îşxalker a sîyonîst ciwanên Filistînîyan desteser kir
Rejima îşxalker ya ku zilm û êrîşên xwe yên li ser xelkê Filistînê didomîne, li hinek herêmên Şerîaya Rojava û Qudsê êrîşan kir.
Rejîma îşxalker, li Kampa Cebera Kabetu ya ku li Erîhayê ye ji bona ku hinek ciwanên Filistînî desteser bike êrîşî xanîyan kir. Piştî êrîşê 4 ciwanan desteser kir. Rejima îşxalker xeyn ji vana li Beytullahîmê jî du birayan desteser kir.
Rejima îşxalker îro di seatên serê sibehê de jî êrîşî bajaroka Duraya El-Xelîlê kir û 3 ciwanan desteser kir. (ÎLKHA)