Li Danîmarkayê, li ber balyozxaneya Tirkîyê ji Qurana Pîroz re êrîşa gemar
Li Danîmarkayê, li ber balyozxaneya Kopenhag a Tirkîyê, ji Qurana Pîroz re êrîşeke gemar hat lidarxistin.
Êrîşên gemar yên li dijî Qurana Pîroz bi taybetî li Swêd û Danîmarkayê bi giştî jî li hemû welatên rojavayê didomin. Koma ku li ber balyozxaneya Kopenhag a Tirkîyê siloganên heqaret a li dijî Îslamê dihat avêtin û Qurana Pîroz dişewitandin, pankartên ku neyartîya Îslamê tê kirin û banga boyqotkirina malên Tirkîye vekirin.
Êrîşên ku hatin kirin di bin parastina polêsan de hatin kirin. Êrîşên gemar a ku li Quranê tê kirin li Swêd û Danîmarkayê zêde dibin, îzîn dayîna ji ev êrîşan re jî di erdnigarîya Îslamê de dibe sedema bertekan. (ÎLKHA)