• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Wesayîta ku ji rê derket li kerîyê pez qelibî: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ber febrîqeya çîmentoyê a ku di têketina navçeya Misircê ye de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku hêj navê şofêrê wê û plaqeya wê nehat hînbûn li ber febrîqeya çîmentoyê a ku di têketina navçeya Misircê ye de, ji ber ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li kerîyê pez qelibî û ji rê derket.

Di encama qezayê de, Emîne Gezen û Hasret Gezen yên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn, çend mêşin jî telef bûn.

Pîrekên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir