Li Hîndistanê di înşeata pirê de vînç hilweşîya: 17 mirî
Li Mumbaîya paytexta wîlayeta Maharaştayê vînceke ku di înşeata avahîyê de dihat bikaranîtin hilweşîya, di encama hilweşîna vîncê de 17 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat destnîşankirin di encama hilweşîna vînca ku di înşeata pir a ew ê Mumbaî û Nagpurê bi hevre girê bidana de dixebitîya de 17 kesan mirin, herî kêm 17 karker jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Di encama xebatên ku hatin kirin de cesedê 17 kesan hatin derxistin û herî kêm 17 karker jî di bin vîncê de asê mane. (ÎLKHA)