Ji NY ji bo krîza xwarinê a li Sudana Başûr banga “çalakîya lezgîn”
Neteweyên Yekbûyî, ji bona ku pêşîya krîza xwarinê a li Sudanê bigrin banga razemenîya zêde kirin.
![Ji NY ji bo krîza xwarinê a li Sudana Başûr banga “çalakîya lezgîn”](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/WbuRrhs7irdPNQEm2NOf5Af9mgo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/31/ji-ny-ji-bo-kriza-xwarine-a-li-sudana-basur-banga-calakiya-lezgin-5484f853.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Çû Dongyûyê Dîrektorê Giştî yê Rêkxistina Zad û Xwarinê ya NY, piştî zîyareta 3 rojan a ku li Sudanê kir daxuyanîyeke niviskî belav kir.
Di daxuyanîya ku hat îfadekirin de bûyerên îklîma zêde û kêmasîya binesazîyê li ser xelkê Sudanê tesîra wê ya xerakirinê gelek zêde ye, ji bona ku krîza xwarinê a li welat pêşîya wê bê girtin banga razemenîya lezgîn û çalakîya acîl hat kirin.
Di daxuyanîyê de hişyarî hat dayîn ger ku tedbîrên lezgîn a li dijî bêewlehî û pirsgirêka îklîmê û bêewlehîya xwarinê neyê girtin û razemenîyeke lezgîn neyê kirin Sudana Başûr ew ê bi krîzeke ciddî ya însanî re rûbirû bibe. (ÎLKHA)