• DOLAR 32.591
  • EURO 35.065
  • ALTIN 2434.76
  • ...
Alimên endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê: Ew naxwazin Quranê tehrîf bikin, dixwazin bi tevahî ji holê rakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di “Mîtînga Hurmeta Ji Quranê Re” ya ku ji teref Evîndarên Pêxember ve li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bi tevlêbûneke mezin hat tertîpkirin û Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Vahdettîn Kaya, endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Beşîr Şîmşek û Endamê Lijneya Rêveberîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Ebdilqûddus Yalçin ji mîkrofonên ÎLKHAyê re axivîn û gotin ku dijminên Qur'an'ê ji ber ku ji şiyarbûna Mislimanan ditirsin ev êrîş pêk anîne.

"Qur'an wek rojê ye, bi pifkirinê natefe"

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMA'yê Molla Vahdettîn Kaya, diyar kir ku Qur'an ronahiyek e û Eger ku yekî li hemberî vê nûrê çavên xwe bigire, ew li xwe tarî dike. Kaya werê got "Qur'an wehîya Xwedê ye, semawîye, distûra ehlê îmanê ye. Qur'an nûr e, hîdayet e. Ew însanê ku li hemberî Qur'an'ê radibin dixwazin ku nûra Qur'an'ê bitefînin. Welakîn Xwedayê Teala di Qur'an'a pîroz Ayeta Saffê de dibêje ku, "Wê Xweda'yê Teala nûra xwe temam bike; kafiran newazin jî." Qur'an wek rojê ye, bi pifkirinê natefe. Eger ku yekî li hemberî vê nûrê çavên xwe bigire, ew li xwe tarî dike. Van însanên bê dîn ku elaqeyê wan bî din û Pêxemberê wê tuneye weka çavên şevşevokê ji ronîkayîyê aciz dibin. Şevşevok, em jêr dibêjin pirçemok jî çavên wê di ronahîyê de tê girtin. Ji ber wê wexta dibêjin nûra Qur'anê textê wan însanî bêdin dikeve talûkê. Vana jî ditirsin dibêjin ku "Wa Misilman hişyar bûn." Wexta Misilman hişyar bibe ew jî dizanin ku tu kesî nikare pêşîya wan bigire. Îja wê çaxê radibin li gorî zanîna xwe te'deyî li Qur'an'ê dikin. Sedema tirsan eve ku, ew jî dizanin eger Qur'an li ser rûye erdê hakim bibe rezalet û bêdînîya wan bê qet'kirin. Xweda'yê 'alemê ew kesên ku li hemberî Îslamê radibin rezîl û perîşan bike. Nusretê Misilmana bike ku li gorî dîn û wehîya Xweda ew jî rabin xwedî li Qur'an'ê derkevin, bidin xwendin û bi hukmê Qur'an'ê 'emel bikin da ku hukmê Qur'an'ê ser rûyê erdê hakim bibe. Hukmê wan jî ji holê rake."

“Misilmanan gerek îro ji her demê zêdetir Qur’anê biparêzin”

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Beşîr Şîmşek jî diyar kir ku piştî êrîşên hovane divê Misliman ji her demê zêdetir Quranê biparêzin û dewama gotina xwe de weha got:

"Îro ji bo Dîyarbekir, ji bo şana Dîyarbekir rojekî xweş e. Lewra îro careke dinê xelkê Amedê, xelkê Êlihê, xelkê Mêrdînê û xelkê temamê welatê me hatine îro xwedî li Qur'an'a xwe derdikevin. Ev tiştekî zehf muhîm e. Lewra em dêhnê xwe didin di van rojê dawî de heqaret li Qur'an'a me tê kirin. Qur'an'a me tê perçiqandin, Qur'an'a me tê şewitandin. Qur'an namûsa Misilmana ye, Qur'an hîdayeta Misilmana ye. Qur'an werîsa ku însan gîrê dide Xweda ye. Ji ber wî qasî gerek Misilman îro ji her wextî zêdetîr xwedî li Qur'an'a xwe derkevin. Ev herbeke herba Xaçperesta ye li ser Misilmana tê kirin. Zemana bihûrî de Xaçperestan bi Seferên Xaçperestan dixwestin ku Misilmanan êsîr bigrin. Îro wê herbê li me'newîyata me dikin, li çanda me dikin, li şaristaniya me dikin. Bi vî avayî dixwazin gelê Misilman kor bikin, kerr bikin, ji Xweda dûr bikin. Dixwazin ku ew benên ku me dike yek quwwet biqetînin. Ev jî bi dûrkirina me ya ji Qur'an'ê mimkin e. Halîyle ev herba ku li dîjî Qur'an'ê tê kirin di şenê Qur'an'ê de bi Misilmanan tê kirin. Ji ber wê hewceye Misilman şîyar bibin, hewceye Misilman li Qur'an'ê xwedî derkevin. Em îro di miqabilê Xweda de bir Qur'an'ê tênê îmtîhan kirin. Qur'an emaneta Rebbê me, Pêxemberê me eleyhîsselam e. Qûr'an namûsa me, jîyana me, dinya û axîreta me ye. Eger îro em di vê îmtîhanê de kar nekin em sîbe li hemberî Rebbê xwe nikarin tu cewabê bidin. Rebbê me û Pêxemberê me wê ji me vê Qur'an'ê bipirsê wê bibêje, "Ka we ji bo vê Qur'an'ê çi kir?" ÎnşaEllah ev meydan wê ji me re bibe şahid. Emê bêjin, "Ya Rebbî, em li qada Dîyarbekirê, nerazîbûna xwe bi vî şiklî nîşanî kafiran da." Ji ber vî qasî em hevî dikin ku ev civîna ev mitînga hanê bibe wesîla sekinandina vê herba hanê ya ku li ser 'alema Îslamê tê kirin. Xweda'yê teala bi xêr bigerîne."

"Qur'an mucîzeya ebedî ya Pêxemberê me Aleyhisselam e"

Endamê Lijneya Rêvebiriya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Ebdilqûddus Yalçin diyar kir ku tiştê Qur'an'a Kerîm ji mucîzeyên din cuda dike ebedîbûna Wê ye. Yalçin dûre weha got:

"Quran kitêba Xwedê ye û li cem Wî  ye. Beriya Qur'anê Xwedê ji pêxemberan re pirtûk şandine. Di dawiyê de, wî Quran şand. Qur'an ev henû pirtûkan betal kir û heta roja qiyametê ew ê bimîne. Xwedê Teala di Quranê de dibêje, “…Ew pirtûk, ev e…” Ji xeynî Quranê pirtûkên din wek pirtûkên pîroz nayên hesibandin. Di ayeteke din de weha dibêje: “...Bi rastî ev Qur’an rê dide rêya herî rast...” yanî di Qur’anê de hîdayet heye. Quran mucîzeya ebedî ya Pêxemberê me Aleyhisselam e. Mucîzeyên din jî dema çêbûn û bi dawî bûn, lê Quran mucîzeyek ebedî ye û ev keramet wê heta roja qiyametê bimîne. Mucîzeyeke din a Quranê ew e ku heta niha hatiye parastin. Dîsa Xweda di sûreyê Hicr de weha dibêje: "Bêguman me Qur’an hinartîye, bêguman emê wê biparêzin." Bi rastî jî hatiye parastin. Dijminên Qur'anê gelek bûn û ji roja ku hatiye nazilkirin heta niha dijminên wê hene. Naxwazin tehrîfê bikin, lê dixwazin Quranê bi tevahî ji holê rakin. Lê qet ne xema tasfiyeyê ne, wan nikarîbûn yek tîpekê biguherînin. Ji dema ku hatiye nazilkirin, Qur'an her wek xwe maye. Ji ber vê yekê eger kesek Quranê bi dilpakî û bêalî bixwîne, çiqasî dijmin be jî wê teslîmî Quranê bibe. Ev yek gelek caran hatiye dîtin. Ji ber vê yekê ji bo kafirek pir zehmet e ku bi Qur'anê re şer bike. Îro jî gelek kesên ku tên êrîşî Quranê dikin misilman. Yên ku dînan teftîş dikin û Qur'anê ji bo teftîş û lêkolînê dixwînin teslîm dibin."

"Dibe ku ew pêl Qur'anê bikin, lê nifşên piştî wan wê Qur'an'ê hembêz bikin."

Yalçin, anî ziman ku Qur'an wê heta dawiya dinyayê bimîne û werê dewam kir:

"Bi her awayî dijminatiya Îslamê, Îslamê li dinyayê, li Quranê bûn. Erê, belkî gelek Misliman şehîd kirin, erê, belkî gelek Misliman cahil hiştin, lê nekarîn vê Quranê ji holê rakin. Loma jî dem bi dem kînên xwe bi davêjin erdê, şewitandinê, pê li wan dikin. Ev nîşana têkçûna wan e. Bi izna Xweda Qur’an wê heta roja qiyametê be. Dibe ku ew li pêl Quranê bikin, lê nifşên ku wê piştî wan werin, Qur'an'ê hembêz bikin û bi izna Xwedê Qur'an her dem serwer be. Yên ku xwe bi Qur'anê ve girêbidin wê bigihîjin rizgariyê. Yên ku dijminatiyê bikin wê rezîl û riswa bibin. Lê belê tişta ku em ji gelê xwe, ummeta Îslamê dixwazin û daxwaz dikin ew e ku hûn Qur’an'ê bi tetbîqkirina Qur’anê biparêzin. Yên ku êrîşî Quranê dikin, dibe ku pê bixin û wê bişewitînin, lê dema xort û keçên me nimêja xwe nekin û cil û bergên xwe yên xirap li xwe dikin, pê li ayetên Quranê dikin û dişewitînin. Ji ber vê yekê ya ku em ji gelê xwe yê Misliman û ji ummeta Îslamê dixwazin ew e ku demildest vegerin ser Quranê û Quranê di dil, can, civak û dewletên xwe de vejînin. Bila ewil Qur'an'ê di dilê xwe de û dû re jî di halên xwe de serdest bikin. Bi îzna Xwedê wê demê namûs û şerefa Îslamê û ummeta wê vedigere. Yên kafir wê her tim riswa û bêhêvî bin." (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir