• DOLAR 32.539
  • EURO 35.342
  • ALTIN 2465.87
  • ...
Ji DSOyê rapora tûtinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêkxistina Tenduristî ya Cîhanê derheqê bendewarîya 9emîn a Kurewî de raporek belav kir.

Di rapora ku hat belavkirin de hat destnîşankirin mirovên ku tûtinê vedikşînin nêzê nîvê wan dimrin, hat diyarkirin ku ji ber tûtinê her sal ji 8 milyonî zêdetir însan dimrin. Hat îfadekirin ku di nav wan de 1,3  milyon însanên ku tûtinê bi karnaynin lê ji dûmanê tesîrdar dibin jî heye.

Hat ragihandin ku li giştîyê dinyayê 1,3 milyar însanên ku tûtinê vedikşînin nêzê ji sedî 80ê wan ji welatên feqîr û rewşa wan normale ne.

Hat îfadekirin ku di sala 2020an de ji sedî 22,3yê nifûsa dinyayê tûtinê bikartînin, ev pile jî di zilaman de ji sedî 36,7 û di pîrekan de jî ji sedî 7,8 e.

Di darporê de, ji hemû welatan re bang hat kirin ku bira di micadeleya li dijî tûtinê de ji tedbîrên ku hatine girtin re rîayet bê kirin, derheqê parastina tenduristîya xelkê de jî li dijî lobî û endustrîyan micadele bê kirin.

Welatên ku endamê DSOyê ne Peymana Çarçoveya Kontrola Tûtinê di sala 2003yan de qebûl kirin û niha jî 183 welat alîgirê vê peymanê xuya dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir