• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Yapicioglu: Divê ku welatên Îslamê bertekên bi qewet nîşan bidin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku beşdarî mîtînga Hurmeta Ji Quranê Re a ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Qada Îstasyona Dîyarbekirê hatibû tertîpkirin bûbû, îfade kir ku bêedebîya ku ji Quranê re tê kirin di alîyekî de ji Hemû Misilmanan, alema Îslamê û pîrozbahîyan re tê kirin.

“Misilmanan ew ê ji Quranê re bi eşq û şewqeke mezin xwedî derkevin”

Yapiciogluyê ku bal kişand di meydanan de xwedî li Quranê tê derketin û ji êrîşan re bertek tê nîşandan ev jî wan kesên ku êrîşê Qurana Pîroz dikin miradê wan di ber wan de hat hêşt, Yapicioglu dûre weha got, “Li Ewrupayê demên berê jî ji Îslam û pîrozbahîyên wî re gelek êrîş hatibûn kirin. Ev bêedebî û êrîşa ku ji Mishefê re tê kirin, di alîyekî de ji Hemû Misilmanan, alema Îslamê û pîrozbahîyan re tê kirin. Quran, Kelamê Xwedê ye, ewê heta qîyametê bê parastin. Însanên ku xwe bi Quranê ve zeliqandine û di jîyana xwe de tetbîq kirine ew ê bi îzna Xwedê daîma ezîz bibin. Ew bi hereketên xwe yên ku li Quranê dikin dixwazin ku zerar û xerabîyê ji pîrozbahîyên Quranê re bidin dayîn. Dibe ku wisa bifikirin di çavên Misilmanan de ev tiştê kiribin lê bi îzna Xwedê ev meydan şahid e, li herêmên cuda yên li dinyayê Misilmanan di kolanan de ne, di meydanan de ne û di qadan de ne û bertekan nîşan didin, ev bertekên wan jî nîşan dide ku, ew ê rêyeke ku zêde ji meqsedên wan re ye û mexsedên wan di miradên wan de dihêlin e. Ew ê ji pîrozbûna Quranê re ti zerarek neyê dayîn û ew ê Misilmanan ji Quranê re bi eşqtir û bi şewqeke mezin xwedîtîyê bikin. Hetta dibe ku ji Misilmanên ku di nav xew de ne re jî bibe wesîleya şîyarbûnê.”

“Divê ku welatên Îslamê bertekên bi qewet nîşan bidin”

Yapicioglu ji axavtina xwe re weha berdewam kir:

“Ez wisa hêvî dikim dibe ku belkî xeyrî muslîman jî Quranê merak bikin û ji wan re rêyeke ku xwe bi Quranê bidin naskirin bê vekirin. Feqet em van tiştên ku dikin tu dem qebûl nakin û hemû bertekên ku hewcene wê nîşan bidin. Welatên Îslamê ên ku axên ku Misilmanan li wê derê dijîn îdare dikin jî divê ku mitleqe bertekên bi qewet ên sîyasî nîlan bidin. Mînak hikumeta Iraqê dîplomatên Swêdê dersînor kir û bang li karguzarê xwe kir. Hemû gavên ku di vê meseleyê de minasebetên dîplomatîk bên kêmkirin divê ku bên avêtin. Ev azadîya îfadeyê nîne. Çîmkî ew tiştekî îfade nakin û fikrekî jî naynin ser ziman. Tenê heqaret ji pîrozbahîyên Misilmanan re dikin û wan sor dikin. Ew ê belayên xwe bibînin lê Misilmanan û dîrok jî wan kesên ku ji wan re bertekê nîşan nadin ew ê bîrva nekin û wan qeyd bikin.”

“Divê bi lezgînî hemû êrîşên ku ji dînên semawî re tên kirin sûc bê hesibandin”

Yapicioglu diyar kir ku ew tewrên xwe yên derheqê Swêd û NATOyê de daxuyandine û heqareta ku li Quranê tê kirin heqareteke ferdî nîne, dûre Yapicioglu weha got:

“Ev hereqet tenê hereqetekî li çend Swêdîyên ku li wê derê dikin nîne. Wisa xuya dike ku qanûnên hikumeta Swêdê ev êrîş û bêdedbîyên ku tên kirin diparêze û mihafeze dike. Divê bi lezgînî hemû êrîşên ku ji dînên semawî re tên kirin sûc bê hesibandin, mirovên ku ev hereketan dikin jî bi şekleke ciddî bê cezakirin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir