• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Teşkîlata Hevkarîya Îslamê êrîşa li Quranê şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî civîna Wezîrên Karên Derve yê Derasayî ya 18emîn a Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ku ji bo êrîşên li dijî Qurana Pîroz hat kirin gotûbej bikin kom civîyabûn, daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku êrîşa li dijî Quranê bi şîddet tê şermezarkirin.

Di daxuyanîyê de, bang li welatên endamên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê hat kirin ku bira minasebetên xwe yên bi wan welatên Quran tê şewitandin, li ber çavan bên derbaskirin.

Di vê çarçoveyê de ji welatên endam hat xwestin ku bira sefîrên xwe yên li Swêd û Danîmarkayê ji bona şêwirê be jî bira bang bikin ji welatên xwe re û gavên wek ewakî bira gavên sîyasî bên avêtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir