• DOLAR 32.897
  • EURO 35.343
  • ALTIN 2460.873
  • ...
Li Mêrdînê qeza: Mirîyek, 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza di derdora seat 08.30an de li bejahiya Gundê Avgewra navçeya Çîyayê Mazî pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qamyona bi plaqeya 34 FK 2465 ji ber sedemeke ku nayê zanîn li tira bi plaqeya 47 KG 276 a li pêş bû qelibî.

Ajokarê bi navê Sezaî Guden (35) ku di qemyonê de bû canê xwe ji dest da, M.K. (18) û A.K. (18) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristiyê û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Ekîban cenazeyê Gudenê ku di qezayê de di wesayîtê de asê mabû rakirin morga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê.

Dermankirina birîndaran li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê didome.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir