• DOLAR 32.901
  • EURO 35.286
  • ALTIN 2468.104
  • ...
Mîtînga “Hurmeta Ji Quranê Re” a li Dîyarbekirê îroye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember, bi armanca şermezarkirina êrîşên dawî yên li welatên Ewropayê ên li hemberî Qur'anê tên kirin, li Dîyarbekirê mîtîngeke girseyî tertîp dike. Rayedarên weqfê bang li rêveberên welatên Îslamî kirin ku li hember êrîşên zêde bibin xwedî erk.

Êrîşên hovane yên li ser Qurana Pîroz ên di bin parastina polîs de li hinek welatên Ewropayê bi taybetî li Swêdê dibe sedema berteka misilmanên cîhanê.

Weqfa Evîndarên Pêxember a ku bi çalakiyên xwe yên girseyî tê naskirin, ji bo li hemberî van êrîşan li ber xwe bide ew ê li Dîyarbekirê jî bi temaya "Hurmeta Ji Qur'anê Re" mîtîngekê li dar bixe.

Mîtîng ew ê îro saet di 17:00an de li Qada Îstasyonê ya Dîyarbrkirê bê lidarxistin.

Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Adnan Akgonûl di daxuyanîya ku da de derbarê mîtîngê de bang li hemû Mislimanan kir ku bertekên xwe nîşan bidin.

Akgonul, destnîşan kir ku dijminatiya Îslam û Mislimanan a ku di sedsala dawîn de li Ewropayê belav bûye, bal kişand ev êrîşên ku li Fransa, Danîmarka, Swêd û welatên dinê yên Ewrupayê pêk tênê ne bûyereke alelade ye.

Akgonûl weha got, "Yên ku Pêxember xêz dikin û Qur'anê dişewitînin ne dîn in û ne jî serxweş in. Berevajî kafirên hov in. Ya ku dikin şerê eşkere yê li dijî dînê Xwedê û misilmanan e. Ev şer; şereke rêxistinbûyîna sîstema navneteweyî ya ku ji yek navendekê tê birêvebirin e. Ev rastî aşîkareke ku nayê veşartin e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir