Otobûs ji viyadûkê ket xwarê: Mirî û birîndar hene
Li navçeya Sarikamişa Qersê otobusa rêwiyan ji Viyadûka Karakurtê ket xwarê.
Qeza di saetên sibê de li ser vîyadûka Karakurtê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwiyan a ku ji Erziromê ber bi Qersê ve diçû ji viyadûka 50 metre bilinde ket xwarê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê, UMKE, cendirme û îtfaîye sewqî herêmê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku di qezayê de mirî û birîndar hene.
viyadûka Karakurt-Horasanê ya Taşlı Guney-2 ya ku par temam bû û ji trafîkê re hat vekirin 574 metre dirêj û 120 metre bilind e. (ÎLKHA)