• DOLAR 32.678
  • EURO 35.375
  • ALTIN 2508.343
  • ...
Ji Fransayê ji Nîjerê re daxuyanîya “alîkarîya meddî”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî artêşê li Nîjerê desthilatdarî bi dest xist, ji aliyê Fransayê ve bertek hat nîşandan.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku Fransa hemû alîkariyên pêşketinê û desteka budçeyê ya ji bo Nîjerê rawestandiye.

Wezaretê daxwaz kir ku tavilê vegere rêza destûrî, ku serokê hilbijartî Bazoum vegere ser kar.

Serokomarê Nîjerê Mohamed Bazoum di 26ê Tîrmehê de ji aliyê Alaya Cerdevaniyê ve li Kulliyeya Serokomariyê hatibû binçavkirin û pişt re Berdevkê Artêşê Amadou Abdramane daxuyaniya derbeyê li ser kanala neteweyî xwend.

Serokê derbeya leşkerî ya li welat General Abdourahmane Tchiani, Fermandarê Alaya Parastina Serokomariyê bû serokê hikûmeta derbasîyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir