• DOLAR 32.557
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2438.104
  • ...
Rûniştina ewil a qetlîamê hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Okatanê Parêzgerê malbatê piştî rûniştinê daxuyanîyan da û îfade kir ku bûyer ji ber tertîpkirina wê bûyereke alelade yê dizîyê nîne û bal kişand ku ev bûyer bûyereke sîyasî ye.

Lijneya dadgehê, rûniştina dinê yê dozê ji 20ê Cotmehê re taloq avêt.

3 jê pîrek 5 kesên ku welatîyên Herêma Kurdistanê ne bi tevî wesayîtên xwe yên bi plaqeya Iraqê li ser rêya Nisêbûn-Artukluya Mêrdînê, di encama êrîşeke çekdarî de bi wehşîyane hatibûn qetilkirin…

Piştî bûyerê 4 kesan ji teref polêsan ve hatin qefaltin û hatibûn binçavkirin.

Sûcdaran piştî bûyerê di rûniştina ewil de îfadeyan dan û di îfadeyên xwe de hevdu sûcdar kirin, lijneya dadgehê li ser van îfadeyên ku wek cînayeteke alelade û dizîyekî hatîye kirin dozê ji 20ê Cotgehê re taloq avêt.

Mehmet Okatanê Parêzgerê malbatê piştî rûniştinê daxuyanîyan da û îfade kir ku bûyer ji ber tertîpkirina wê bûyereke alelade yê dizîyê nîne û bal kişand ku ev bûyer bûyereke sîyasî ye…

Okatan di axavtina xwe de weha got, “Yanê dema ku em li tertîpkirian bûyerê dinhêrin, di dizîyê de herî zêde gule li alîyê jor ve tê berdan, dibe ku li pîyê yekê bê guleberdan, an jî ji serpîyên yekê re gule bê berdan û dizî bê kirin. Lê li vê derê ji serê 5 kesan re gule hatîye berdan. Yên hinekan jî ne guleyekî tenê çend gule hatine berdan… Bi taybetî ji muwekilan yek li Herêma Kurdistanê alimekî yê nasdar e, temsîlkarê STKye kî ye, em bi kuştina wî jî difikirin ku bûyer bûyereke sîyasî be

Her çi qas wisa xuya bibe jî ev bûyereke alelade nîne. Wek di salên 90îyan de hatine kirin ji cînayetên sîyasî yek e… bi taybetî jî şixulandina Faris a li Dihokê derheqê vê bûyerê de ji bona îstîxbaretekî dibe ku bibe. Di pişt ev bûyerê de saîkên sîyasî heye.”

Okatan diyar kir ku daxwazîya wan ê berfirehkirina tehqîqatê hatîye qebûlkirin û dema ku dosye werin ew ê bûyer zelal bibe…

Okatan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Me derheqê sûcdaran de ji bo emrê wan ê borîn qeydên HTSyê xwest… dîsa me hesabên wan yên bankeyê xwest. Û hemû doz û dosyeyên ku derheqê wan de hene xwest.”

Harbî Celaleddînê birayê qurbanîyekî yê ku di bûyerê re rehmet kirîye ye li ser pirsa serokê dadgehê ê “Hûn ji çi şiphe dikin?” bersiva “Dibe ku sedemeke sîyasî an jî sedemeke terorî bibe” da.

Celaleddîn, îfade kir ku ew ji dadgehê re daxwaz kirîye ku bira ji sûcdaran re cezaya herî giran bê dayîn.

Di îddîanameyê de derheqê MURAT YİGİT, FARÎS AKSEVEN Û ABDULLAH KAPLAN de miebbeta girankirî û ji 11 salî heta 18 salan cezaya hefsê tê xwestin, ji bo Îbrahîm Dogan jî ji 5 salan heta 12 salan cezaya hefsê tê xwestin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir