Mîtînga “Ji Quranê re Hurmet”
Ew ê di roja Yekşemê de li Dîyarbekirê mîtînga ji Quranê re hurmet bê lidarxistin. Ji ber vê yekê Adnan Akgonulê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember, civîna çapemenîyê lidarxsit.
Akgonulê ku ji îdarevanên welatên Îslamê re bang kir weha got, “Mesulîyeta ku li ser milên rayedarên ku welatên Îslamê bi rê ve dibin, nîşandayîna bertekeke bi qewet a li dijî neyarên Quranê re ye.”
Adnan Akgonulê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember, bi minasebeta mîtînga ji Quranê re hurmet a ku li Dîyarbekirê bê lidarxistin ve, daxuyanîyeke çapemenîyê da.
Akgonulê ku derheqê neyartîya li dijî Îslamê a ku di demên dawîn de tên kirin de balan kişand, bîr anît ku di dîroka însanîyetê de îsyana li dijî Xwedê daîma hebûye.
Akgonul di axavtina xwe de weha got, “Hinek civakên ji Xwedê re asî û herba li ber wê vekirine, ji xwe re rêya ku heqaret li Pêxemberan û kitêba miqades bikin hilbijartine. 15 esr berîya îro jî micadele kirin ku bi Pêxember re tinazan kirin, heqaretê li wî kirin û kitêba ku anîtibû hîcv kirin. Bi vê şeklê ew gotin ku qey ew ê însanan ji dînê mubîn dûr bixin. Encax, nura Xwedê bi pifkirinê nehat tefandin. Îslam, xingal xingal belav bû, însanan fewc bi fewc berê xwe dan dînê Xwedê.”
Akgonul, got ku bûyerên ku di demên dawîn ên li Danîmarka û Swêdê de tên jîyankirin, herba ku li dijî dînê Xwedê û Misilmanan tê kirin e.
Akgonul di berdewama axavtina xwe de weha got, “Neyartîya Îslam û Misilmantîya ku di sedsala dawîn de li Ewrupayê belav bûye, ji êrîşa bêedebî ya ku li Pêxember û Qurana Pîroz re hatîye vegerîn. Bûyerên ku li welatên Fransa, Danîmarka û Swêdê tên jîyandin bûyerên aledale û ketûber nînin.
Wan kesên ku Pêxember xêz dikin, Qûranê dişewîtinin, ne meczûp û ne serxoş in. Bîlakîs, vana kafirên kîndar in. Tiştên ku dikin jî neyartîya li dijî Misilmanan û ji dînê Xwedê re ye. Ev herb; organîzasyoneke rêkxistîya sîstemî a navnetweyî û ji navendekî tê rêveberkirin e. Ev rastî, rastîyeke ku nayê veşartin e.”
Akgonulê ku bal kişand di herba ku li dijî Îslam û Misilmanan tê kirin de metoda tedrîcîtîyê tê bikar anîtin van tespîtan kir:
“Serê ewil xuyabûna Misilmanan û Îslamê li herêmên civakî a li Ewrupayê asteng kirin. Tesettûr û turbanê qedexe kirin. Mizgeftan bi derewa “navendên terorê” wesifandin û xwestin ku bigrin. Di welatên cuda de pêxembera dawîn a însanîyetê bi xêzkirinê hedef girtin. Xebat kirin ku ji nû ve Îslamê binivisînin. Ji vêya re jî gotin Îslama Fransayî. Emrîqaya aktora serî ya emperyalîzmên kûrewî, roja şewitandina Quranê îlan kir. Paşê ev fiîlîyeta gemar li welatên dinê jî belav kirin. Ewê dawîn jî bûyerên ku li Danîmarka û Swêdê hatin jîyandin tezahurê vêya ye.”
Akgonul, ji îdarevanên ku welatên Îslamê îdare dikin re jî bang kir û weha got:
“Hûnê heta kengê ji eciqandina pîrozîyên xwe re bêdeng bimînin? Ewê hêj kîjan heqaretan we sor bike? Mesulîyeta ku li îdarevanên ku welatên Îslamê îdare dikin dikeve, ev e ku bertekeke bi qewet a li dijî neyarên Quranê bê nîşandan û dawîkirina minasebetên sîyasî, leşkerî û aborî yê bi wan re ye. Kolan û qadan bertek didin. Ew ê ku bi ve dikeve tetbîqkirina ev peyamên ku tên gotin in.” (ÎLKHA)