• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Êlihê ji zarokan re alîkarîya cil û bergan hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê yê ku di çarçoveya fealîyetên alîkarîyê de hewcedaran kêfxweş dike bi tevî ‘Dildarên Kî Heye’ re zarokan kêfxweş kir.

Di alîkarîya ku ji zarokan re qasî 750 lîre çek hat dayîn de, ji zarokên ku ji berê ve hatibûn tespîtkirin re alîkarîya cil û bergan hat kirin.

Nurettîn Teymurê Endamê Sazîya Bireveberîya Êlih a Karwanê Hêvîyê, derhaqê fealîyêtê de axavtinek kir û di axavtina xwe de ji Dildarên Kî Heye re sipasîyan kir.

“Em alîkarîya ji malbatên xwe yên mihtac re didomînin”

Teymur weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê ya Êlihê alîkarîya ji malbatên xwe yên mihtac re didomînin. Di çarçoveya poşandina zarokên xwe yên mihtac de me 25 zarokên xwe poşand. Em bi çeka 750 lîreyê ku me daye dê û bavên zarokan di dikanên ku me berê de bi wan re xeber daye de wan kêfxweş dikin.”

“Alîkarîyên xwe ji me kêm nekin”

Teymur di dawîya axavtina xwe de weha got, “Me wek Karwanê Hêvîyê bi tevî Dildarên Kî Heye ve fealîyeta poşandina zarokan li dar xist. Ez ji li vê derê ji wan re sipasîyan dikim. Ji xêrxwazên me yên ku ji bo malbatên mihtac alîkarîyê kirine re teşekkur dikim. Çi qas ji malbatên mihtac re alîkarî were em ê ji ew qas malbatan re alîkarîyê bikin. Hejmarê malbatên me yên mihtac zêde ne. Ji bona Xwedê alîkarîyên xwe kêm nekin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir