• DOLAR 32.218
  • EURO 34.772
  • ALTIN 2424.541
  • ...
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: Mirîyek û 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di derdorê seat 19.00an de li Taxa Karapinara navçeya Akçadaga Meletîyê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxsitin wesayîta bi plaqeya 44 AEK 608 a ku di bin kontroka O.K. (28) de bû, li wesayîta bi plaqeya 44 EP 929 a ku di bin kontrola Ö.A. 41 de bû qelibî.

Di encama qezayê de zarokekî yê bi navê Muhammed Ensar Sakar (9) canê xwe ji dest da, Ü.S. (38), şofêr Ö.A. û M.S. (42) birîndar bûn, rewşa M.S. (9) û K.S. (14) jî giran e.

Di qezayê de herdu wesayît bûn wek xurdeyê.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Navenda Tip a Turgut Ozal û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Meletîyê re hatin rakirin.

Cenazeya M.E.S yê ku di qezayê de canê xwe ji dest da ji bo bê otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî yê Meletîyê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir