• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Xelkê Sêrtê: Divê Tirkîye qasî Iraqê ku sefîrê Swêdê ji welatê wî re şîyand wêrek be
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şukru Demîrê welatîyê Sêrtê îfade kir ku divê Swêd ji NATOyê re neyê girtin weha got, “Ji Tirkîyeyê re heyf û yazik ku wek Iraqê nikare bibe, digel ku Iraq di bin kolonyalîstê de ye jî Balyozxaneya Swêdê dikare bigre û wê dişîne, divê Tirkîye jî wisa bike.”

“Çawa ku Iraqê balyozxaneya Swêdê şand divê Tirkîyê jî vê yekê bike”

Demîr weha axivî, “Heta ku em Misilmanan ew qas ziîf bin dev ji şewitandina Qurana Pîroz berdin ew dikaribin bikevin nav malên me jî. Dexlbûna vê bûyerê heqê Misilamanan e lê niha ez wisa difikirim ku wezîfeyeke ku li ser îdarevanên me dikeve heye. Yek ji sedema jîyankirina ev bûyeran a li welatên Îskandînavê, ziîfbûna me ye. Em ew qas ketine nav tirsa riziqê ku em Misilmanan nikarin tiştekî jî bikin. Ew qas em li pey rizqên xwe ketine ku newêrektî ketîye nav zikê me, divê ku Misilmanan şîyar bin û rabin pîya. Pêşî ez ji xwe re dibêjim.”

“Teqez Swêd ji NATOyê re neyê qebûlkirin”

Remzî Gunçê ku îfade kir welatên Ewrupayê provokotortîyê dikin, “Divê Misilmanan ji vê xewa xefletê şîyar bibin û li hember Swêdê micadeleyê bikin. Ewrupa, daîma li hember van tiştên ku çê dike hal û hereketên Misilmanan dinirxîne lê mixabin Misilmanan jî di vî warî de daîma radikevin. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê jî 5 quriş pere nake, herî kêm ji 100 welatan saz dibe. Li hember Swêdê qerarekî wisa bigrin ku ji hemû dinyayê re bibe mînak, da ku cardin gerek tu welatek çalakîyekî ewakî neke. Divê teqez ketina Swêdê ya NATOyê bê astengkirin. Tirkîye tenê xeber dide, îcreatekî wê tineye.”

“Ez dixwazim ku her Misilmanekî xedî li kitêba xwe derkeve”

Îbrahîm Ceyhan, “Li Swêdê Quran hat şewitandin. Misilmanekî jî ji bona ku Încîl û Tewratê bişewitîne îzîn xwest lê ev birayê me wan kitêban neşewitand. Divê ku Misilmanan ranekevin û li hember van bûyeran rabin pîya. Divê ku bê zanîn bi gotina ez Misilmanim Misilmantî nabe, divê xwedî li Quranê derkevin.”

“Şîyandina balyozxaneya Swêdê ji mala wî re! Ji Iraqê re helal be kareke şanaz kirîye”

Hamza Saltan, “Ez wan kesên ku Quranê şewitandine şermezar dikim. Dema ku em sedema vêya binhêrin em ê bibînin ku sedema vêya ziîfbûna me ye. Ji ber ku Misilman nabin yek ew jî me dikin vê halê. Ez ji li vê derê hikumeta Iraqê teqdîr dikim. Demek kî bi îmantî ji me zêdetir in. Em jî ji Serokkomarê xwe li hêvîya hereketekî ewakî ne. Çîmkî em welatekî qewettir in.”

“Sed canê min jî hebe ji bona dînê xwe û Qurana xwe bidim ne xema min e”

Ayhan Sabah, “Şewitandina Qurana ku gotina Xwedê ye ne însanîyetî ye. Ger ku ez li cîhekî tewrat û încîlekî bibînim ez ê ji erdê rabikim. Bi rastî ew bi vê şeklê dixwazin ku Misilmanan tehrîq bikin. Ger ku sed canê min jî hebe û ji bona Quranê ez birçî jî bimînim ez ê wan canê xwe bidim, ez jî zarokên min jî di vê rê de bimrin qet ne muhîm e.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir