Li Somalî êrîş li baregeha leşkerî hat kirin: 25 mirî, 60 birîndar
Di encama êrîşa ku li Somalîyê ji baregeha leşkerî re hat kirin de 25 leşker canê xwe ji dest dan, herî lêm 60 kesan jî birîndar bûn.
Êrîş, li navçeya Hodana Mogadîşuyê pêk hat.
Li Akademîya Jaalle Siyadê di seatên serê sibehê de ji teref xwekujekî ve êrîş hat lidarxistin.
Leşkerên birîndar, ji Navenda Tipa Leşkerî ya Mogadîşuyê û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Recep Tayyîp Erdogan re hatin rakirin.
Tê îddîakirin ku Eş-Şebab xwedî li êrîşê derket. (ÎLKHA)