• DOLAR 32.683
  • EURO 35.147
  • ALTIN 2448.655
  • ...
Li Endonezyayê kelekek bin av bû: 15 mirî 19 winda
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji kehnîyên mehellî hatine bidestxistin, keleka rêwîyan a ku ji gundê Lantoya ku li herêma Buton Central li başûrê Sulawesîyê ye biçin gundê Lagiliyê bin av bû.

Li gorî diyarîyên ewil di encama keleka ku bin av bû de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 19 kesan jî winda bûn.

Serokê Ajansa Lêgerîn û Xelaskirinê Muhammed Arafah, destnîşan kir ku xebatên lêgerînê hatine destpêkirin û heta niha ekîban 6 kesan xelas kirine, ji bo 19 kesên winda jî xebat hêj didomin.

Hat diyarkirin ku kapasîteya kelekê li gorî 20 kesan e lê 40 kes ketine nav kelekê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir