• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji Mehmet Goktaş ji HUDA PARê re peyama sersaxiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, doh di seat 17.40an de di Serokatîya Bajarê Edene yê HUDA PARê de qewimîbû.

Du kesên ku ketibûn nav avahîyê, bi sator û kêran li dijî Serokê Bajêr Salîh Demîr û Sekreterê Bajêr Sacît Pîşgîn ên ku li ser nimêjê bûn re êrîş kirin.

Sacît Pîşgînê ku di bûyerê de giran birîndar bûbû, di nexweşxaneya ku hatibû rakirin de şehîd bû. Hat hînbûn ku Demîr jî li nexweşxaneyê ye û rewşa wî baş e.

Derheqê êrîşê de heta niha mirovekî yê bi navê A.S. (1951-Edene) ji teref polêsan ve hat binçavkirin.

Serokê Rûmetê yê Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaşê li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê êrîşê da daxuyanî da.

Goktaş weha got:

“Xwedê rehma xwe li birayê me Sacîd Pişgînê nûnerê me yê Edeneyê yê Evîndarên Pêxember û Sekreterê Bajarê Edeneyê ya HUDA PARê bike ku dema ji Rebbê xwe re îbadet dikir di êrîşa dijminê hov ê Îslamê de şehîd ket. Ji mamosteyê me Salih Demîr re şifayê dixwazim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir