• DOLAR 32.699
  • EURO 35.188
  • ALTIN 2451.237
  • ...
Komara Îslamî ya Îranê daxuyand ku ew balyozê nû yê Swêdê qebûl nakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ragihand ku dema erkê Balyozê Swêd li Têhranê bi dawî bûye û destnîşan kir ku bi telîmata Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, ji ber êrişa li dijî Qur'anê, ew balyozê nû yê Swêdê li Tehranê qebûl nakin.

Abdullahiyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta hikûmeta Swêdê ji bo parastina kitêbên pîroz gavên bi bandor neavêje Îran balyozê xwe naşîne Swêdê.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom di pêwendiyeke telefonî de, Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström diyar kir ku divê kesê ku li Swêdê êrîşî Qur'anê kiriye bê girtin û bê dadgehkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir