• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Wezîrê Edaletê Tunç: Ez êrîşa li dijî HUDA PARê bi tundî şermezar dikim
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê di derdora seat 17.40an de pêk hat.

2 kesên ku ketin avahiya partiyê, di dema nimêjê de êrîşî Serokê Bajêr Salîh Demîr û Sekreterê Bajêr Sacît Pişgîn kirin.

Sacît Pişgîn ê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku lê hat rakirin nexweşxaneyê şehîd bû.  Hat hînbûn ku tedawiya Demîr a li nexweşxaneyê berdewam dike.

Wezîrê Edaletê ê Yilmaz Tunç jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kir.

Tunc wiha got:

"Ez êrîşa kub li Serokê HUDA PARê yê Edeneyê Salîh Demîr û Sekreterê Bajêr Sacît Pişgîn hat kirin bi tundî şermezar dikim. Ji bo Sacit Pişginê ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da rehma Xwedê û ji Salih Demîrê ku tedawiya wî dewam dike re jî şifaya xêrê dixwazim.

Der barê êrîşê de lêpirsîna edlî ya pêwîst ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin û kesek hat binçavkirin.  Lêpirsîna edlî ji bo ronîkirina hemû aliyên êrîşa hovane berdewam dike.  Ez ji malbata  Sacîd Piştî wefat kir û ji bo rêxistina HUDA PARê re sersaxiyê dixwazim." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir