• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Berdevkê AK Partiyê Çelîk: Em êrîşa li dijî HUDA PARê tel'în dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê derdora seat 17.40an de pêk hat.

2 kesên ku ketin avahiya partiyê, dema nimêj dikirin êrîşî Serokê Parêzgehê Salîh Demîr û Sekreterê Parêzgehê Sacît Pişgîn kirin.

Sacît Pişgînê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku hat rakirin nexweşxaneyê şehîd bû. Hat hînbûn ku tedawiya Demîr li nexweşxaneyê berdewam dike.

Berdevkê AK Partiyê Çelîk jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşê da daxuyanî da.

Çelîk got: "Em wê êrîşa hovane ya ku Serokê Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê Salîh Demîr û Sekreterê Parêzgehê Sacît Pişgîn hat kirin tel'în dikin. Ji bo Sacît Pişgînê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da rehma Xwedê û ji bo Salih Demîrê birîndar jî şifayê dixwazin.

Hêzên me yên ewlehiyê demildest êrîşkar girtin û lêkolînên didomin. Tundîya li ser siyasetê tê kirin dê bê rakirin; bûyer dê ji hemû aliyan ve bê ronîkirin. Em ji civaka HUDA PARê re sersaxiyê dixwazin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir