• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Ji teref Wezîrê Karên Hundir Yerlikaya ve derbarê êrîşa ku li dijî HUDA PARê hat kirin de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê di derdora seat 17.40an de pêk hat.

2 kesên ku ketin avahiya partiyê, di dema nimêjê de  êrîşî Serokê Parêzgehê Salîh Demîr û Sekreterê Parêzgehê Sacît Pişgîn kirin.

Sacît Pişgîn ê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku hat rakirin şehîd bû.  Hat hînbûn ku tedawiya Demîr  li nexweşxaneyê berdewam dike û  rewşa wî baş w 

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya derbarê êrîşê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da.

Yerlikaya wiha got: “Îro di derdora seat 17.40an de li dijî avahiya Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê ji teref kesê bi navê A.S ve êrîşa bi kêrê hat kirin.  Ji Serokê Parêzgeha Edeneyê ya HUDA PARê Birêz Salîh Demîrê ku di êrîşê de birîndar bûbû re şifaya xêrê dixwazim, rehma Xwedê ji Sekreterê Parêzgehê Sacît Pişgînê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû re û ji malbat û xizmên wî re jî sersaxiyê dixwazim.  Qatil hat girtin û binçavkirin.  Lêpirsîna edlî ya derbarê bûyerê de berdewam dike." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir