• DOLAR 32.582
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2439.218
  • ...
Êrîş li ser Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê hat kirin: Kesek şehîd, yek jî birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîş li Avahiya Bajêr Edeneyê ya HUDA PARê  hat kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yilmaz: "Em ê ji baronên tiryakê hesab bipirsin"

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Halef Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşê de vê daxuyanîyê da.

"Serokê me yê Edeneyê Salîh Demîr û Sekreterê Parêzgeha me Sacît Pişgîn dema nimêj dikirin rastî êrîşa bi sator hatin. Sekretera me Sacît şehîd bû û Serokê parêzgeha me jî birîndar bû. Em ê ji baronên tiryakê yên ku ev kar kirine hesab bipirsin û em ê dev ji meseleyê bernedin."

 Ew ne bûyerek ne minferid e. Êrîşkar du kes in.  Destên wan kesên qaşobi siyasetmedar û rojnameger ên ku HUDA PARê kirin hedef jî bi xwîna me pîs bûn.  Li Edeneyê trafîka tiryakê ya qirêj heye.  Divê berpirsyarên vî karî bên dîtin."

Hat hînbûn ku ji êrîşkaran yek hat girtin û êrîşkarê din jî reviyaye.  Polîs ji bo girtina êrîşkarê reviyayî dest bi xebatê kir.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir