Li Antalyayê di otelekê de şewat: 2 mirî 10 birîndar
Di encama şewata ku li Antalyayê di otelekê derket de 2 kesên Libnanê canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Şewat li otela ku li Taxa Barbaros e pêk hat. Şewata ku derket ji teref îtfaîyevanan ve hat tefandin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama şewata ku derker de 2 kesên Libnanê canê xwe ji dest dan û 10 kesên Holland, Danîmarka û Norveçî jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)