• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Bertekên Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê li hember biryara mueyîdeyên Yekîtiya Ewropayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku biryara Yekîtiya Ewropayê ya sepandina cezayên li ser rayedarên Emîrtîyê ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.

Berdevk Mucahîd li ser biryara sizayê ku xalên weke cemidandina mal û milk, qedexeya derketina derve ya welatên Yekîtiya Ewropayê û qedexekirina derbasbûna ji xaka yekîtiyê dihewîne bertek nîşan da û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li şûna biryarên sizakirinê dê di berjewendiya hemû aliyan de be ku kanalên danûstandin û diyalogê bên vekirin.

Mucahîd di daxuyaniya xwe ya ku da de rexne li mueyîdeyên li ser Wezîrê Perwerdeyê Mewlewî Hebîbullah Aga, Wezîrê Edaletê Abdulhekîm Şerî û Serokê Dadgeha Bilind Abdulhekîm Hakkanî girt û weha got:

"Di berjewendiya ti aliyekî de nîne ku hin berpirsên Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê bikeve lîsteya mueyîdeyên Yekîtiya Ewropayê. Li şûna zext û toleyan divê danûstandin, diyalog û ji hev têgihiştinê were bikaranîn. Dubarekirina ezmûnên neserkeftî û polîtîkayên ku li dijî Efxenîyan hatine ferzkirin heta niha encam nedaye." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir