• DOLAR 32.231
  • EURO 35.173
  • ALTIN 2446.574
  • ...
Palehîya kartolan dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mêrdînê piştî palehîya genim û ceh li navçeya Mehsertê dest bi palehîya kartolan hat kirin.

Cotkaran bal kişandin ku îsal hilberîna kartolan baş e lê ew ji ber zeman bi xerabî tesîrdar dibin. Xeyn ji vêya cotkaran gotin ku di çandinîyê de alîkarîya zêde nayê dayîn û ew jî kartolan bi erzanî didin.

Cotkarên ku diyar kirin ew ji ber fîyetên zêde ên; ceryan, mazot, zibil û dermankirinê rewşeke zor dijîn û divê ji cotkaran re alîkarîya zêde bê dayîn.

MEHMET ARÎF DEMÎR

“Em di alîyê alîkarîyê de jî mexdûrîyetan dikşînin”

Mehmet Arîf Demîrê ku îfade kir ew gelek wexte cotkarîyê dike, pirsgirêkên ku kişandin û derheqê palehîya kartolan de axavtinek kir.

Demîr weha axivî, “Em ji sala 2011an heta niha hilberîna kartolan dikin. Karkeran di seat 02.00an de tênê nav erd û dest bi kar dikin. Ji herêmên cuda karkerên demsalî tênê. Em niha di palehîya kartolan de lezgînîyê dikin. Çîmkî çiqas ku em di demeke kurt de kartolan ji nav erdê kom bikin him ji bo me him jî ji bo taciran ew ê baştir be. Em di alîyê fîyet de îsal kêfxweş in lê heqên zibilê, ceryan û mazotê dibe sedema pirsgirêkan. Ji cotkaran re serê donimê hema hema alîkarîya 20 lîreyî tê dayîn. Em di alîyê alîkarîyê de jî mexdûrîyetan dijîn.”

MURAT ULKER

“Em hêvî dikin ku 30-40 ton kartolan kom bikin”

Murat Ulkerê cotkar jî destnîşan kir ku rekolte îsal baş e lê ji ber ku fîyetên xercaneyê zêde ne ew zehmetîyê dikşînin.

Ulker weha axivî, “Em 12 sal in bi çandinîyê dixebitin. Niha me dest bi palehîya kartolan kir. Rekolte baş e lê ji ber fîyetên fahîş û tovan zerara me jî çêdibe. Niha palehî baş diçe encax mesref ji me re zêde tê. Çîmkî di nav veya de heqê karkeran û dermankirinê jî heye. Yewmîya karkeran 350 lîre ye. Niha em di palehîya kartolan de li hêvîya 30-40 tonî ne.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir