Li Entabê 43 koçber hatin qefaltin
Li Entabê 43 koçberên ku hatin tespîtkirin ji rêyên cuda ketine nav welat hatin qefaltin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Ewlehî ya Bajêr ve hat belavkirin, ekîbên Midurtîya Şubeya Derên Sînor û Micadeleya bi Qaçaxçîtîya Koçberan re, wesayîtekî dan sekinandinê.
Ekîbên ku di wesayîtê de lêgerînan kirin, 43 koçberên ku di rêyên neqanûnî ketine de ketine nav welat qefaltin.
2 şikdarên ku hat destnîşankirin qaçaxçîtîya koçberan dikin jî hatin binçavkirin.
Koçberên bênîzam, hatin dersînorkirin û 2 şikdar jî hatin girtin. (ÎLKHA)