• DOLAR 32.62
  • EURO 35.42
  • ALTIN 2506.175
  • ...
Ji Weqfa Evîndarên Pêxember derheqê sersala hîcrî de peyama pîrozbahîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Koordînatorê Qonya yê Evîndarên Pêxember Celal Odemîş ve hat xwendin.

Odemîş di daxuyanîya çapemenîyê de weha got; “Hemd, ji Xwedayê ku Rebbê alemê ye re mehsus e. Selat û selam; li ser Pêxemberê me Hezretî Muhammed Mustafa, eshabê wî û evdên muwahhîd ên ku heta qîyametê li ser rêya wî ne be.

Dema ku Misilmanan medenîyatan saz kirine li ser nirxên aîdê xwe saz kirine. Destpêka dîroka medenîyeta nû jî li ser hîcreta ku esasa wê ya herî bi qîmet e hatîye çêkirin. Bi vê şeklê Misilmanan, mînaka çareserkirina hemû pirsgirêkan di nav xwe de ji me re nîşan dane. Wek azanê teqwîma hîcrî jî sepanekî xes a medenîyeta Îslamê ye.”

“Her hîcret înqilabek û her mihacir jî şoreşgerekî ye”

Odemîş weha axavtina xwe domand: “Şoreşgerekî Îslamê ye ku batilê ji holê rakirîye û di cîhê wî de heqqîyê îqame kirîye. Micahidekî ku mafê mezluman ji zaliman distîne ye. Wek hîcretan û micadeleyên di dîrokên pêxemberan de… Xwedayê Mezin weha dibêje: ‘Bê guman ew kesên ku îman anîtine, hîcretê kirine û di rêya Xwedê de cîhadê kirine; wa ew, dikarin li hêvîya rehma Xwedê bin. Xwedê bexşende ye, mîhrîvan e.’ (Beqere-218) ‘Kî di rêya Xwedê de hîcret bike, wê li ser erdê gelek cî û firehî bibîne. Kî ji bo Xwedê û resûlê wî, bi nîyeta hîcretê ji mala xwe derkeve û paşê mirin  bi wî bigire xelata wî li ser Xwedê ye. Xweda, Xefûr û Rehîm e.’ (Nîsa-100) Pêxemberê me selat û selam li ser wî be di hedîsekî xwe de weha dibêje, ‘Mihacirê rast, ew kesê ku xwe ji tiştên ku Xwedê qedexe kirîye dûrdixe û wan terk dike ye.’ (Bûharî, Rîkak:26) û bi vê hedîsa xwe ji gotina mihacîr û hîcretê re meneyekî nû daye û wî kirîya nav jîyana me. Ji bo Misilmanan xwe dûrxistina ji ginehekî mihacirîtî, terkirina her cîhekî bi gineh jî hîcret e. Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember ji Xwedê Teala daxwaz dikin ku bira ev sersala Hîcrî ya 1445emîn bira ji bo wan kesên ku ji bona Îslam hakim bibe dixebitin bibe wesîleya feyîz û berxwedanê; di nav Misilmanan de bibe wesîleya wehdet, biratî û şîyarbûna ummetê; bibe mizgînîya zafer û xelasbûna birayên me yên Misilman ên ku dûçarê zilmê bûne; ji bo hemû mihacirên li ser cîhanê bibe wesîleya derê xelasbûnê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir