Li Somalîyê li dijî El-Şebabê operasyon: 18 mirî
Hat diyarkirin ku artêşa Somalî di operasyonên li wîlayeta Galmudugê de 18 endamên Eş-Şebabê kuştin.
Wezîrê Ragihandinê yê Somaliyê Abdurrahman Yusuf al-Adala daxuyanî da û diyar kir ku li herêmên Budbud û Galcad ên Galmudugê êrîşî stargeh û hedefên Eş-Şebabê kirin.
El-Adala diyar kir ku di êrîşan de heta niha 18 endamên rêxistinê ku di nav wan de fermandarên Eş-Şebab jî hene hatine kuştin. (ÎLKHA)