Li Emrîqayê êrîşa bi çek: 4 kes mirin
Di encama êrîşa çekdarî ya ku li wîlayeta Georgia ya Amerîkayê hat kirin de, 4 kes mirin.
Rayedaran ragihandin ku polîsan der barê gulebarana ku li bajarê Hampton ê li başûrê paytext Atlantayê pêk hat de tehqîqat da destpêkirin.
Berdevka Rêveberiya Herêmî Melissa Robinson diyar kir ku di êrîşê de 4 kes mirin û şikdar jî hêna nehatiye dîtin. (ÎLKHA)