Ambulans û wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar
Li Burdurê di qezaya trafîkê de ku ambûlans û wesayîtek li hev qelibîn 4 kes birîndar bûn.
Qeza li kolana Turgut Reîs a navçeya Bucakê pêk hat.
Ber bi Bulvara Süleyman Demirel, Ambûlansa di bin emrê H.Y. de bi wesayîta ku di bin kontrola E.G. de bû li hev qelibîn.
Di qezayê de 4 kesên di her du wesayîtan de bûn birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansên cuda hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bucakê.
Hat hînbûn ku di dema qezayê de nexweşek di ambûlansê de tunebû.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)