• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Li Mêrsînê 16 koçber û 2 qaçaxçîyên koçberan hatin qefaltin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî agahiya ku li nêzî navçeya Bozyazî ya Mêrsînê di boteke lastîkî de komek koçberên neqanûnî hene, ekîbên Fermandariya Ewlehiya Peravê ji herêmê re hatin sewqkirin.

16 koçberên neqanûnî û 2 qaçaxçiyên koçberan ên di boteke lastîkî ya diçû ku ji aliyê Keştiya Ewlehiya Peravê ve hat rawestandin, wek şikdar hatin girtin.

Koçberên neqanûnî piştî karên wan ji Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê re hatin şandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir