• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Emrîqayê êrîşa çekdarî: 2 mirî, 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li bajarê Fagoya Dakotaya Bakur pêk hat.

Li gor daxuyanîya ku ji teref polêsa Fakotayê ve hat belavkirin li ser ceddeyeke mezin ji teref kesekî ve bi çekan êrîş li polêsan hat kirin.

Di encama pevçûna ku pêk hat de polêsek canê xwe ji dest da, 2 polês jî giran birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku di encama pevçûnê de êrîşdar hat kuştin, 2 sîvîl jî birîndar bûn.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfadekirin ku di encama êrîşa ji polêsê re pevçûn pêk hat.

Hêj nehat daxuyandin ku êrîş ji teref kê ve û ji bo çi hatîye kirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir