Efxenistan armanc dike ku di çandiniyê de xwe têra xwe bike
Wezîrê Çandinî, Avdanî û Heywandariyê Ataullah Omer diyar kir ku ew bawer e ku Efxenistan dê di çandiniyê de xwe têra xwe bike û ji girêdayiya îthalatê veguherîne welatekî hinardekar.
![Efxenistan armanc dike ku di çandiniyê de xwe têra xwe bike](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/enboWyIzOnV3lv2M8OsaI_0SDfA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/28/efxenistan-armanc-dike-ku-di-candiniye-de-xwe-tera-xwe-bike-ecd48373.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di hevpeyvîneke televizyonî de, Omerî bal kişand ser pêşketinên di vî warî de di sal û nîv heta du salên borî de, bi mebesta dabînkirina pêdiviyên xwarinê yên Efxenistanê di nav sînorên welat de.
Omer bal kişand ser girîngiya rêvebirina bi bandor a çavkaniyên avê, di nav de avên bin erdê, ji bo kêmkirina kêmbûna avê li Efxenistanê.
Omer weha got, “Amadekirin û cîbicîkirina tedbîrên pêwîst ji bo ewlekarî û birêvebirina çavkaniyên avê li ser milê Emîrtîya Îslamî û Wezareta Çandinî, Avdanî û Heywandariyê ye.”
Herwesa wezîr behsa hewildanên serketî yên ji bo rêgirtin li belavbûna kuliyan li zeviyên çandiniyê li seranserî welat kir. Wezareta Çandinî, Avdanî û Heywandariyê bi awayekî aktîf stratejiyên ji bo têkoşîna li dijî ketina kuliyan bi awayekî salane li parêzgehên ziyandar amade kiriye. (ÎLKHA)